Heşd El-Şebî: Parasvanên sefaretxaneyê êrîş kirin, 32 kes birîndan in

Heşd El-Şebî diyar kir ku dema karwanê cenazeyên endamên Heşd El-Şebî di ber Sefaretxaneya Amerîkayê re derbas dibû, parasvanên sefaretxaneyê gule barandine û di encamê de 32 kes birîndar bûne.

Heşd El-Şebî: Parasvanên sefaretxaneyê êrîş kirin, 32 kes birîndan in
31 kanûn, 2019   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Heşd El-Şebî têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro merasîma cenazeyên endamên Heşd El-Şebî yên di bombebarana balafirên Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatiye lidarxistin. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema karwanê cenazeyan di ber Sefaretxaneya Amerîkayê re derbas dibû, leşkerên Amerîkayê yên li sefaretxaneyê gule barandine û bombeyên gazê avêtine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama gulebaranê de 32 kesên ku di nava wan de leşkerên Heşd El-Şebî û sivîl jî hene, birîndar bûne, hinek kes ji serê xwe birîndar bûne û rewşa wan giran e.