Ji bo zarokên kampa El-Mehmûdlî şahiyek hate lidarxistin

Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sersalê îro ji zarokên kampa El-Mehmûdlî re şahiyek li dar xist.

Ji bo zarokên kampa El-Mehmûdlî şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokên kampa El-Mehmûdlî şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokên kampa El-Mehmûdlî şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokên kampa El-Mehmûdlî şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokên kampa El-Mehmûdlî şahiyek hate lidarxistin
Ji bo zarokên kampa El-Mehmûdlî şahiyek hate lidarxistin
30 kanûn, 2019   13:45
TEBQA

Bi armanca şadkirina zarokên kampa El-Mehmûdlî, Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê ji bo bi sedan zarokên kampê ku 10 km li bakurê bajarê Tebqayê dikeve, şahiyek li dar xist.

Zarokên kampê li dora Bav Noel kom bûn ku kesayeta xeyalî ya sersala zayendî ye. Bav Noel di nava muzîk û stranan de, diyarî û pêlîstok dan zarokên kampê.

Ev gava Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şadkirina zarokên koçber û piştgiriya manewî ji wan re, pêk hat.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sF__9VN8k-U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>