Li Kobanê meşa bi daxwaza pêkanîna yekitiya neteweyî

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê meşek li dar xist û daxwaz ji hêz û partiyên siyasî yên Kurd kir ku yekitiya neteweyî pêk bînin û li derdora însiyatîfa KNK`ê kom bibin.

Li Kobanê meşa bi daxwaza pêkanîna yekitiya neteweyî
Li Kobanê meşa bi daxwaza pêkanîna yekitiya neteweyî
Li Kobanê meşa bi daxwaza pêkanîna yekitiya neteweyî
30 kanûn, 2019   13:31
KOBANÊ

Bi vexwendina PYD`ê ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan di aliyê siyasî de, bi hezaran şêniyên kantona Kobanê meşek li dar xist. Di meşê de endam û rêveberên saziyan û partiyên siyasî amade bûn.

Meş ji Qada Jina Azad li navenda bajêr dest pê kir û ber bi Qada şehîd Egîd ve çû. Beşdaran pankartên "Werin em sala 2020’an bikin sala yekrêziya Kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê" hildan.

Şênî li Qada Şehîd Egîd rawestiyan, paşê endama rêveberiya Meclisa Jinan a PYD`ê Rewşen Haçim axivî û wiha got: "Hêzên ku roleke aktîf li Sûriyê û Rojhilata Navîn dilîzin, nahêlin ku gelên herêmê hevpeyman û yekitiyê pêk bînin, mînaka wê tiştê ku li Girê Spî û Serêkaniyê û Idlibê rû da."

Rewşen da zanîn ku ji daxwazên girîng ku li qada kurdî çêdibe, ji hêviyên mezin ên gelê Kurd e ew jî yekrêziya Kurdan û avakirina hêzeke ku nûnertiya pêşeroja gel bike.

Rewşen Haçim bang li partî û hêzên siyasî yên Kurd kir ku li dora banga fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî û însiyatîfa KNK`ê kom bibin da ku yekbûna di nav Kurdan de pêk were.

Her wiha endamê desteya rêveber a PYD`ê Ehmed Xoce axivî û destnîşan kir ku bi rêzecivînên Soçiyê ji bo rawestandina şerê li Idlibê, şer girantir bû.

Her wiha Xoce got niha yekrêziya Kurdan girîng e, ji ber herêm di aloziyên gefan li dijî çarenûsa gelan dixwe û îşaret bi girîngiya yekbûna gelê Sûriyê û parastina xaka Sûriyê ji hemû cureyên dagirkeriyê kir.

(jo)

ANHA