​​​​​​​Cenazeyê şehîd Mihemed Yasîn li Reqayê hate veşartin

Li Reqayê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Yasîn hate veşartin û nasnameya şehîdê QSD‘ê Hazim El-Selac hate ragihandin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Mihemed Yasîn li Reqayê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Mihemed Yasîn li Reqayê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Mihemed Yasîn li Reqayê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Mihemed Yasîn li Reqayê hate veşartin
29 kanûn, 2019   14:25
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Yasîn (Behrî Reqa) ê di encama teqîna mayînekê de ku li ber mala wî hatibû dayîn şehîd bibû li goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê spartin axê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî destpê kir. Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ebdo Reqa û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqa Mihemed El-Zekrût axivîn û rola şehîdan a pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet destnîşan kirin.

Kesên axivîn soza parastina destkefiyên bi xwîna şehîdan hate qezenkirin û şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan Rrêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wê kir. Piştre nimêj li ser cenaze hate kirin û di nava dirûşmeyan di hate veşartin.

 Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê QSD‘ê Hazim El-Selac ê di Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bibû, eşkere kir.

ANHA