Pisporekî rûsî: Hevpeymana kontrolkirina rejîmê ji Idlibê re û Tirkiye dixwaze şertên xwe baş bike

Pisporekî rûsî da zanîn ku êrişa rejîmê bi desteka Rûsyayê li ser Idlibê bi encama hevpeymaneke veşartî di navbera Moskov û Enqereyê de ji rêzecivînên Astanayê ye. Lê Tirkiye hewl dide bigihîje şertên baştir di dan û standinên Moskovê de, ew jî radestkirina rêya M4 ji rejîmê re ye ku hêzên Tirkiyê û çeteyan li bakurê rê bihêle.

Pisporekî rûsî: Hevpeymana kontrolkirina rejîmê ji Idlibê re û Tirkiye dixwaze şertên xwe baş bike
24 kanûn, 2019   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê Meclisa Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Kirill Semenov ji rojnameya Kommersant re got divê li dan û standinên li Moskovê binêrin ku ew parçeyeke ji amadekariyên civîna bê ya di navbera serokê Rûsya û yê Tirkiyê de ku tê payîn di 8`ê Çileyê de bê lidarxistin.

Kirill Semenov wiha domand: "Ez texmîn nakim ku dê Şamê êrişî Idlibê bikira, eger Moskov û Enqereyê li ser wê li hev nekiriba, di dan û standinên Astanayê de planeke ji Şamê re hate danîn da ku hêdî hêdî Idlibê kontrol bike. Dema ku herêmên bi navê "bêçek" li herêmê hatin avakirin, tevî wê yekê jî dibe ku Tirk operasyonan bilezînin an jî sist bikin, da ku şertên baş di pêşerojê de bistinîn."

Kirill Semenov wiha got: "Çareseriya di pêşeroja Idlibê de dê wek tiştê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû da, bibe ku êrişa Tirkiyê pêk hat û paşê civîn di navbera serokên Tirkiyê û Rûsyayê de li dar ket. Yek ji aliyên girîng a wê hevpeymanê rêya M4 ji rejîmê re û hêzên Tirkiyê li bakurê rê bimînin."

Li Idlibê şerekî giran di navbera hêzên rejîmê bi desteka Rûsya û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de rû da, dezgehên çapemeniyê yên rejîmê got nuqteyeke çavdêriyê ya Tirkiyê li herêmê hate dorpêçkirin.

Duh jî 2 şande, yek a rejîma Sûriyê û ya din jî ya Tirkiyê gihaştin Moskovê, rojnameya Rûsyayê îşaret pê kir ku her şandeyekê hewl da nêrîna xwe ji dîplomatên rûsan re der barê nakokiya li Idlibê de vebêje.

Li gorî rojnameyê, hemû aliyan li hev kir ku rejîm dê Idlibê kontrol bike û hin detay jî tenê mijara nerazîbûnê ne.

(jo)