Partiya Yekitiya Suryan bi boneya cejna Noelê pîrozbahî pêşkêş kir

Partiya Yekitiya Suryan bi rasthatina cejna Noelê, pîrozbahî ji tevahî xiristiyan û gelên Sûriyê re pêşkêş kir û piştrast kir ku kiryarên ku dewleta Tirk pêk tîne, planên dagirkeriyê ne. Bi wê re jî armanc dike ku hovanetirîn sûcan pêk bîne û demografiya herêmê biguherîne. Partiyê bang li civaka navdewletî û aliyên Sûriyê kir ku aştiyê li herêmê pêk bînin.

Partiya Yekitiya Suryan bi boneya cejna Noelê pîrozbahî pêşkêş kir
24 kanûn, 2019   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe (25 Kanûnê), cejna Noelê (cejna mîladî ya sersalê) ye. Di vê çarçoveyê de Partiya Yekitiya Suryan daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Partiya Yekitiya Suryan wiha ye:

“Partiya Yekitiya Suryan, cejna Noelê li tevahî xiristiyanên li Sûriyê û cîhanê pîroz dike û ji Xweda daxwaz dike ku li ser tevahiyan bi xêr be, bi taybet şêniyên Sûriyê. Cejna mîladî ya Yesûê xiristiyan, mîlada ji bo hezkirin û aştiya di navbera tevahî gel û neteweyan de ye. Bi jidayikbûna wî, mirovahiyê wateya aştiya rastîn nas kir. Çi girîngiya hezkirin, lêborîn û jiyana birûmet heye û çi wateya fedayîbûnê ji bo wan têgeh û nirxên mirovahiyê heye.

Cejna îsal hat ku hê jî şer li Sûriyê digere û bi xwe re jî mirin, wêrankirin, koçberkirina sivîlên ewle pêk tîne. Tişta aloztir kiriye jî, destwerdana derve ku hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin.

Bi berdewama vê rewşa trajedîk û bi bidûrketina hêviya çareseriya siyasî re, texmîna zêdebûna kirêtiyê ye, bi taybet li dijî gelên me yên Suryan, Aşûrî, Keldan, xiristiyan li tevahî Sûriyê. Her wiha jî piranî şênî koçî derveyî welat bûn û yên ku mane, bi baldarî li rewşê dinêrin. Trajediya dawî jî, bi êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li Serêkaniyê û Girê Spî, pêk hat. Bi wê re jî şênî ji herêman bi darê zorê koçber bûn. 

Bi berdewama mîna van gefan li ser herêmên dîtir, rewşê li dijî gelê me, zêdetir girêktir û xeternaktir dike. Tişta ku rû dide, plana di bin ajandeyên dagirkeriyê de ne. Ew jî bi hedefa pêkanîna hovîtirîn sûc û guhartina demografiya herêmê ye.

Bi vê boneya pîroz, bi rasthatina sala nû, tevahî gelê me yê li Sûriyê, malbatên şehîdan û tevahî pêkhateyan ji misilman û êzidiyan ji Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen û Çeçen pîroz dikin. Her wiha divê civaka navdewletî û aliyên li Sûriyê da ku zimanê diyalogê û aştiyê bi ser zimanê çek, kuştin û girtina rêyên li dijî şer  bikeve, xurt bibe.  Her wiha jî hewl bidin aştiyê pêk bînin û dest bi mîladeke nû bikin, da ku têgehên avaker û kombûyînê li dijî zimanê îxanetê û redkirina li hember xwe, xurt bikin. Da ku bigihînin Sûriyeke nû ji tevahî sûriyan re li gorî destûra demokratîk ku tevahî azadî, hiqûqên ferdî û komî diparêze.”

(fr)