Meclisa Til Temirê civîneke gel li dar xist

Meclisa Til Temirê bi tevlêbûna bi dehan şêniyên navçeyê civîneke berfireh li dar xist û rewşa dawîn a herêm tê re derbas dibe, tê de hate nirxandin.

Meclisa Til Temirê civîneke gel li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke gel li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke gel li dar xist
Meclisa Til Temirê civîneke gel li dar xist
24 kanûn, 2019   11:16
HESEKÊ

Têkildarî rewşa ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, lihevhatinên di navbera QSD û Rûsyayê de û yekitiya kurdî, Meclisa Til Temirê civîneke berfireh li dar xist. Civîn li Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket û bi sedan şêniyên navçeyê û gundewarên wê, her wiha endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulkerîm Saroxan tev lê bûn. 

Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî qonaxeke nû dibe û got: "Şerê ku ev 8 sal e li Sûriyê diqewime û bi taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbasî qonaxeke nû dibe. Hêzên hegemonîk xwest serweriya xwe li ser herêmê bidin çêkirin lê bi saya berxwedana gel û şervanan rê li ber polîtîkayên wan hate girtin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikaribûn di hundirê projeya neteweya demokratîk de hêz, hebûn û nasnameya xwe biparêzin."

Saroxan wiha pê de çû: "Hêzên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de gelê resen ku ji ser xaka wan koç kirin û beşek ji wan qir kirin, heman hêzan xwest di şerê sêyemîn de jî polîtîkayên xwe pêk bînin lê berxwedana gel û şervanan bû mertal ku nikaribin dîrok û çanda herêmê bidin helandin û windakirin."

Saroxan got Sûriye bû navenda nakokiyên navdewletî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sûriye bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, di heman demê de bûye navenda nakokiyên di navbera hêzên hegemonîk de û her hêzek ji wan dixwaze ku para xwe ji Sûriyê bigire."

Her wiha li ser geşedanên dawîn, êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pirsên gel hatin bersivandin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mDDj8KmIG4A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>