Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn

Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn
22 kanûn, 2019   14:58
TEBQA

Bi tevlêbûna bi dehan malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn.

Bîranîna ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li navneda Çandê ya bajêr hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, malbatên şehîdan find li ber wêneyên şehîdan vêxistin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan berpirsa Komîteya Hevjînên Şehîdan Foza Mihemed, bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê berpirsê Buroya Şehîdan a meclisê Umer Îsmaîl û bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Şadî Îbrahîm axivîn.

Kesên axivîne sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir in ku ew bi şehîdan serbilind in ji ber ku rêya azadî û rûmetê bijirandine.

Piştre belgefîlmeke li ser şehîdan û Berxwedana Rûmetê hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Şehîdên hatin birbîranîn ev in: Mustefa Efara, Ebdulcebar, Fewaz El-Salih, Reed El-Hemûd, Ehmed El-Nafai, Hisên El-Temir, Ebas El-Hisên, Kamil Dubo, Xalid Meter, Ehmed El-Ehmed, Mihemed Mistefa, Xelîl El-Selab, Ebûd Etiya, Hemza El-Elî, Îbrahîm El-Ebdullah, Yûnis El-Hemîdî, Ehmed Îdan, Mehmûd El-Ilêwî, Ehmed El-Selab, Elaa El-Xewlî û Emar Efara.

ANHA