Gerîla li Çelê çalakî kir, leşkerek hate kuştin

Gerîlayên HPG’ê di 19'ê Kanûnê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakiyek pêk anîn, di encama çalakiyê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Gerîla li Çelê çalakî kir, leşkerek hate kuştin
22 kanûn, 2019   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê mijarê  de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 19'ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Zapê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Heman rojê hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Operasyona li herêmê li hin qadan dewam dike.

Di 19'ê Kanûnê de saet di navbera 13:30 û 15:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qadên Kalatûka, Tepê Roj, Tepê Zergelê, Bereşê û Şêxan ên herêma Qendîlê barandin.

Di 20'ê Kanûnê de saet di 14:00 balafirên şer qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê bebarankirin.

Di 21'ê Kanûnê de piştî nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada gundê Peraxê yê herêma Heftenînê û qada gundê Sîda yê herêma Zapê bombe kirin.

Ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên me nehatin."