Li Reqayê, depoyeke çekan a şaneyên DAIŞ’ê hat dîtin

Pergala Ewlehiya Giştî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn depoyeke çekan a çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê desteser kir.

Li Reqayê, depoyeke çekan a şaneyên DAIŞ’ê hat dîtin
22 kanûn, 2019   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku hêzên wan depoyeke çekan a girêdayî çeteyên DAIŞ’ê dît û der barê hûrgiliyên wê de daxuyaniyek weşand û wiha ye: "Piştî bergiriyên lêpirsînê bi ferdên şaneyên terorîst ên girêdayî terorîstên DAIŞ’ê li xwe mikur hat ku depoyeke çekan a veşartî li nava bajarê Reqayê heye. Piştre jî Pergala Ewlehiya Giştî bi koordînasyona bi pisporên mayîn û teqemeniyan re derbasî depoyê bûn û ev tişt tê de hebûn;

-120 roketên hewanê

-5 çekên sekvaniyê

-3 kamerayên çavdêriyê

-Laptopek

-Mayîneke destan

-Guleyên doçkayê

-Debanceyeke lama 7 mm

-45 mexzenên qilêşê. Rêveberiya Pergala Ewlehiya Giştî îşaret pê kir ku lêpirsîn bi tevahî ferdên şaneyê re li gel dîsîplîna li ser ewlehî û aramiya li herêmê ji tevliheviya şaneyên terorê, berdewam e.

Pergala Ewlehiya Giştî, di mehên borî de gelek şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê girtin û mikurhatina hin ji wan ji raya giştî re eşkere kir.

(fr)

ANHA