Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû

Di çarçoveya maçên turnuveya  futbolê de ku li yarîgeha Kornîş a beledî li dar ket, Tîma Selîm Hemê ya keçan li dijî Tîma Tebqayê bi ser ket, her wiha Tîma Til Xenzîr a xortan li dijî Tîma Elî Gamîş bi ser ket.

Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû
Turnuveya futbolê ya dibistanên Dêrikê bi dawî bû
22 kanûn, 2019   13:46
QAMIŞLO

Turnuveya  futbolê di 3`yê Kanûnê de bi tevlêbûna 18 tîman ji dibistanên navîn û amadehî yên bajarê Dêrikê, dest pê kir. Turnuveya ji aliyê Komîteya Çalakiyan a Civaka Perwerdeyê ve li bajarê Dêrikê pêk hat, bi navê şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de, Tîma Selîm Hemê û ya Tîma Tebqa hatin gel hev û maçê dest pê kir. Di encamê de Tîma Selîm Hemê bi ser ket. Her wiha Tîma Til Xenzîr li dijî Tîma Elî Gamîş bi 3 golan bi ser ket.

Bi bidawîbûna her du maçên ku li lîstikgeha Kornêş a beledî hatibûn lîstin re, turnuveya bi sekeftina Tîma Selîm Hemê ya keçan û Tîma Til Xenzîr a xortan bi dawî bû. Piştre komîteya biryardayînê xelat li tîmên serkeftî belav kirin.

(cx)

ANHA