Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir

Xwendekarên bajarê Serêkaniyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, ji xwendinê bê par man. Xwendekarên koçber piştî ku li kampa Waşokanî bi cih bûn, careke din vegerîn dibistanan.

Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir
Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir
Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir
Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir
Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir
Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir
Koçberiyê israra wan a perwerdeya bi zimanê dayikê kêm nekir
22 kanûn, 2019   12:58
HESEKÊ

Rêveberiya Perwerde û Xwendinê li kantona Hesekê, li kampa Waşokanî ya li gundê Tiwêne ku 12 km li rojavayê bajêr dikeve ji bo xwendekarên ku ji ber êrişên artêşa Tirk koçber bûne,  dibistanek vekir.

Xwendekarên li kampê, vê sibehê dest bi perwerdeya xwe kirin. Her wiha Rêveberiya Xweser pêdiviyên xwendinê li ser şagirtan belav kir.

Di vê der barê de, mamosteyê dibistanê Ebdelreûf Hisên Elî wiha got: "Îro şagirtan bi awayekî fermî dest bi dest perwerdeya xwe kir, dê pêdiviyên xwendinên li ser hemî xwendekaran werin belavkirin."

Elî bi domdarî got: "Dê çalakiyê perwerdeyê li ser sê beşan be. Şagirtên ji refa 3`yan heta refa 6`an dê ji saet 8:00’an sibehê heta saet 10:00`an, yên refa yekemîn û duyemîn jî ji saet 10:00`ê sibehê heta saet 12:00`an, yên asta navîn û amadehî jî ji saet 12:00`an heta saet 14:00`an piştî nîvro, dê perwerdeya xwe bibînin. Hejamereke mezin ji xwendekarên li kampê heye."

Li gorî Rêveberiya Xwendin û Perwerdeyê li kantona Hesekê, hejmara xwendekarên li kampa Waşokanî hezar û 200 xwendekar e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara şêniyên ku li kampa Waşokanî dimînin 5 hezar û 800 koçber e anku 925 malbat in.

(cx)

ANHA