Turnuvaya "Şehîd Faris" bi serketina tîma Ciwanên Şoreşger bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Turnuvaya Sibaî ya fotbolê li navçeya Til Hemîsê bi beşdariya 20 tîmên gelêrî li dar xist. Turnuva bi serketina tîma Tevgera Ciwan bi 3 golan li hember goleke tîma gundê Xernobî bi dawî bû.

Turnuvaya "Şehîd Faris" bi serketina tîma Ciwanên Şoreşger bi dawî bû
Turnuvaya "Şehîd Faris" bi serketina tîma Ciwanên Şoreşger bi dawî bû
Turnuvaya "Şehîd Faris" bi serketina tîma Ciwanên Şoreşger bi dawî bû
21 kanûn, 2019   11:59
QAMIŞLO

Tîmên ku beşdarî Turnuvaya Sibaî ya fotbolê bûye ya ku li gundê Şora yê bakurê Til Hemîsê bi 5 km li dar ketiye, wiha ne; Tîma Tevgeras Ciwanên Şoreşger, Xernobî, Farsok, Naim, Şora, Salhiyê, Til Ehmed, Ferfere, Meslosa, Şermox, Xernobî Reîdat, Seidiyê Kirad, Seidiyê Ereb, Heswiyê, Ebû Xezef, Uwêne, Henwa, Cêsî, Belqîs û Xewle.

Her tîmeke ku beşdar bûye ji 7 lîstokvan û nobetdarekî golê pêk tê û dema her maçekê 25 deqe bûn.

Maç dawî tîma Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi serkeftina li hember tîma gundê Xernobî bi 3 gol li hember golekê bi dawî bû.

Faris Seyfedîn El-Abdullah şervanekî QSD’ê bû ku di hemleya rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê şehîd bûbû.

(fr)

ANHA