Forma Heleb a Çandê hate damezrandin

Bi dirûşmeya  "Ji bo Sûriyê welatekî aştiyane" civîna damezrîner a Forma Heleb a Çandê hate lidarxistin.

Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
Forma Heleb a Çandê hate damezrandin
20 kanûn, 2019   19:51
HELEB

Bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîrên Heleb, herêma Efrînê û Cizîrê, tevî endamên saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd civîna damezrîner a Forma Heleb a Çandê  li dar ket.

Civîn bi dirûşmeya  "Ji bo Sûriyê welatekî aştiyane" li hola Efrînê ya herêma Şiqêf a Helebê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediya Yûsif û bi navê Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Usama Ehmed axivîn. Di axaftinan de civîna damezrîner a Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê hate pîrozkirin û rola rewşenbîran di avakirin û rêxistinkirina civakê hate destnîşankirin.

Kesên axivîn bal kişandin ser rastiya pergalên desthildar û yên faşîst di serî de dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên dagirkirina herêmên Sûriyê û guhertina demografî û dirêjkirina temenî aloziyê. Hate destnîşankirin ku erka teşhîrkirina kiryarên van pergalan di serî de dikeve ser milê rewşenbîran.

Di dawiya axaftinana de bang li rewşenbîran hate kirin îradeya niştimanî ya gelê Sûriyê aktîv bikin û pênûs û rîşa xwe bixin xizmeta gelê xwe.

Piştre zarokê bi navê Xelîl Mûsa helbestek li ser Efrînê xwend.

Beşdaran jî nêrînên xwe der barê rola rewşenbîran de anîn ziman û gotin divê rewşenbîr taybet di vê merheleyê de xebatên xwe ji bo yekrêziya pêkhateyên Sûriyê zêde bikin û berjewendiyên gel di ser her tiştî re bigirin.

Piştre rêziknameya formê ji aliyê endamên Komîteya Amadekar ve hate xwendin û nêrîn û pêşniyar hatin girtin.

Piştî erêkirina rêziknameyê, ji bo forma Meclisa Yekîtiya Rewşenbîran hilbijartin bi rêve çû. Leyla Xalid û Kamîran Bilal wekî hevserok hatin hilbijartin û endamên rêveber ên meclisê hatin hilbijartin.

ANHA