‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘

Beşdarên panela ku rewşenbîrên Hesekê li dar xistibin destnîşan kirin ku gelê Kurd yek e, lê heta niha partiyên kurdî nebûne yek. Beşdaran gotin: "Ji bo em pêşeroja gelê Kurd mîsoger bikin divê em yekîtiyê çêbikin."

‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
‘Ji bo mîsogerkirina pêşeroja gelê Kurd yekîtî pêwîst e‘
20 kanûn, 2019   14:31
HESEKÊ

Hewldanên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê yên avakirina yekrêziya kurdî didome.

Di vê çarçoveyê de rewşenbîrên kantona Hesekê bi beşdarbûna nûnerên hejmarek partiyên kurdî, endamên Meclisa Qanûnsaz, saziyên civaka sivîl, rûspiyn eşîrên kurdî, siyasetmedarên serbixwe panelek li xwaringeha Nuxbe ya bajarê Hesekê li dar  xistin.

Panel ji aliyê hevseroka TEV-DEM‘ê Zelal Ceger, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Ezîz Ehmo û sekretêrê Partî Demokratî Kurdistanê- Sûriyê Ebdulkerîm Siko ve hate birêveberin.

Di panelê de mijarên girêdayî girîngiya yekrêziya Kurdî, sedemên ku li pêşiyê avakirina yekîtiyê Kurdî dibin asteng rexmî bangewaziyên dûbare yên Kongreya Netewî ya Kurdistanê û gelek partiyên kurdî hatin nîqaşkirin.

Rêveberên panelê gotin" Heger yekîtiya Kurdî çênebe em ê di nava nakokiyan de bin. Wekî gelê Kurd pêwîstiya me ya girîng bi yekîtiyê heye, ji ber ku dewletên dagirkerên Kurdistanê ji bo tinekirina vê gelê li hev dikin."

Her wiha hate destnîşankirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xwe û azadiya xwe bi hezaran şehîd dane û hate gotin: "Gelê Kurd li her çar parçeyn Kurdistanê di nava tevger û têkoşînê de ye da ku mafê xwe bi dest bixe. Ji bo me mafê xwe mîsoger bikin ku her ferdek kurdî berjewendiyên xwe yên takekesî bide aliyekî û ji bo gelê Kurd bixebite."

Kesên axivîn, bal kişandin ku hin hêz û kesayetên Kurdî li dijî berjewendiyên gelê Kurd bi dijmin re dixebitin û destnîşan kirin ku "Dewleta Tirk dagir dike û gelê Kurd dikuje. Lew re divê tevahî partiyên Kurdî gefên Tirkiyê bi cidî bigirin dest û yekîtiya xwe ava bikin."

Piştre deriyê nîqaşan hate vekirin. Beşdaran jî girîngiya avakirina yekrêziya kurdî destnîşan kir ku got, gelê Kurdî yek e, lê heta niha partiyên Kurdî nebûne yek. Her wiha gotin" Pêşeroja gelê Kurd bi yekrêziya kurdî ve girêdayî ye, ji bo pêşeroja me mîsoger bibe divê em yekîtiya xwe çêbikin."

ANHA

 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1ZUex3g2GtY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>