El-Mismarî: Em ê bersiveke xurt bidin her êrişeke Tirkiyê

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê General Ehmed El-Mismarî deverên tên texmînkirin ku operasyona daketina esmanî ya leşkerên Tirk pêk were eşkere kirin û soz bersiveke xurt û hedefkirina leşkerên Tirk da.

El-Mismarî: Em ê bersiveke xurt bidin her êrişeke Tirkiyê
20 kanûn, 2019   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de got: "Em dizanin ku Tirk berî niha komên mezin ên çekdarên Cebhet El-Nusra û terorîstên DAIŞ‘ê veguhestin Lîbyayê, lê bi bin ketin. Her wiha operasyonên wan ên veguhestina çeteyan ji bo Afrîkyayê têk çûn."

El-Mismarî wiha domand: "Dem hatiye ku Tirk raste rast bi leşker û efserên xwe têkevin şer. Herêmên tê texmînkirin ku daketina Tirkan lê pêk werin em dizanin. Hewl didin Misratayê wekî navendeke hawayî û deryayê ji bo leşkerên xwe bi kar bîne. Her wiha bendera Xems a sivîl ji bo pêşwazîkirina keşker û hêzên Tirkiyê bi kar bînin û balafirxaneya Miêtîqa û bendera Terablusê ji bo pêşwazîkirina hêzên Tirkiyê û balafirxaneya Zewara û hin deverên neçîrvaniyê li rojavayê Terablusê bi kar bînin."

Berdevkê artêşa Lîbyayê ragihand ku heger operasyoneke daketinê ya leşkerên Tirk pêk were ew rastî bersvieke tund werin û got: "Hêzên me yên hawayî tevahî herêmê dişopîne. Li herêma Macir komeke milîs hatin têkbirin. Li Misratayê jî derbên giran xawrin. Wekî me gotibû em êrişên Tirkiyê red dikin û bi hemû hêzê xwe li hemberî wê bisekinin."