El-Mismarî: Tirkiyê li dijî gelê Lîbyayê dest bi şerekî eşkere kir

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku kamyonên bi çekan barkirî, gihîştin Misratayê. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiyê li dijî gelê Lîbyayê dest bi şerekî eşkere kiriye û got belavbûna Tirkiye li Lîbyayê, dê gefan li ser dewletên din jî, bi taybet Misrê, çêke.

El-Mismarî: Tirkiyê li dijî gelê Lîbyayê dest bi şerekî eşkere kir
17 kanûn, 2019   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî di hevpeyvîneke li gel kenala El-Erebiyê de, diyar kir ku çek gihîştin Misratayê û keştiyeke din a Tirkiyê hewl dide li berava El-Xemis a deryayî bisekine.

Her wiha tekez kir ku alozî ne tenê li Lîbyayê ye, lê belê aloziyeke herêmî ye û belavbûna Tirkiyê li Lîbyayê, dê li ser dewletên din, bi taybet jî Misrê, gefan çêke.

El-Mismarî got wan balafireke keşfê ya Tirkiyê ku hewl dida artêşa nîştimanî bike hedef, xistine. Her wiha diyar kir ku artêşê li gelek aliyan li derdorê Terablusê, bi pêş ve diçe û destnîşan kir ku êrişên asîmanî li dijî cihên mîlîsên Wîfaqê li Misratayê, pêk hatine.

Berdevkê fermî tekez kir ku şerê li Terablusê ku artêş bi rê ve dibe, ne li dijî mîlîsên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaq e. Lê belê li dijî piştgirê wan Tirkiyê ye jî, ku di demên dawîn de bi hemû hêza xwe piştgiriya hêzên hikumeta Wîfaq di aliyê siyasî û leşkerî de kir.

El-Mismarî destnîşan kir ku dijberiya bi hêzên Tirkiye û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re, ne ji dema şerê Terablusê de ye ku di Nîsana borî de dest pê kir. Lê belê ev dijberî di dirêjahiya salên ku Enqere piştgiriya mîlîsan bi çek û pêdiviyan kiriye û derbasbûna terorîstan ji bo Lîbyayê hêsan kiriye, heye.

 (cx)