‘Divê dagirkeriya Tirk ji Sûriyê were derxistin‘

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Tebqa û Yekîtiya Cotkaran a Reqayê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga derxistina dagirkeriya ji herêmê kirin.

‘Divê dagirkeriya Tirk ji Sûriyê were derxistin‘
16 kanûn, 2019   14:55
TEBQA

Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Tebqayê li ber avahiya navenda Çand û Hunerê kom bûn. Hevserokê yekîtiyê Usama Enad daxuyanî xwend. Usama diyar kir ku rexmî lihevkirinên agirbestê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, gelê herêmê hebûna dagirkeriya Tirk red dikin û banga derxistina dagirkeriyê ji xaka Sûriyê dikin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku vegera koçberên ji berê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji warê xwe derketine mîsoger bike û guhertina demgorafîk rawestînin.

Rewşenbîran di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew li pişta QSD‘ê de hate tevahî herêmê ji dagirkeran werin rizgarkirin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GdkMVDDFkac" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endam û revêberên Yekîtiya Cotkaran a bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya yekîtiyê ya navenda bajêr ji aliyê hevserokê yekîtiyê Mihemed Salim ve hate xwendin.

Di daxuyaniyên hate gotin ku îdiayên Erdogan ku li ser daxwaze xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî herêmê bûye û êriş kirine, ne rast in, her wiha hate destnîşan kirin ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê banga derketina dagirkeriyê û rawestandina komkujiyên li dijî sivîlan dikin.

Hate diyarkirin ku Erdogan bi hemû hêza xwe û bi desteka DAIŞ û Cebhet El-Nusra hewl dide projeya demokratîk û guhertina demografîk pêk bîne, ji bo ku bighêje armancên xwe hemû rêbazan bi kar tîne, ji wan çekên qedexekirî.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sEkZxCQhzO0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>