Mamoste û xwendekarên Kobanê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan

Bi hezaran xwendekar û mamosteyên bajarê Kobanê dagirkirina dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Mamoste û xwendekarên Kobanê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Mamoste û xwendekarên Kobanê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Mamoste û xwendekarên Kobanê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Mamoste û xwendekarên Kobanê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Mamoste û xwendekarên Kobanê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
Mamoste û xwendekarên Kobanê li dijî sûcên dewleta Tirk meşiyan
16 kanûn, 2019   14:40
KOBANÊ

Nerzîbûna gel a li hemberê êrişên artêşa Tirka  dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.

Bi hezaran mamoste û xwendekarên bajarê Kobanê daketin qadan, dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Xwendekar û mamosteyanli kolana 48‘an a li ser rêya gundê Helincê hatin ba hev û heta qada Jina Azad a navenda bajêr meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Ji guhertina demografîk re na", "Ji dagirkirina Tirk a li ser herêmên me re na" û "Pêşeroja em wêran nekirin. Her wiha dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û sivlavkirina berxwedana QSD‘ê hatin berzkirin.

Meş li qada Jin Azad veguherî mîtîngê. Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Komîteya Perwerdeyê ya kantona Kobanê Cumana Misko axivî û got: "Em di Komîteya Perwerdeyê de bêdengiya navnetewî ya li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar dikin. Dewleta Tirk cîhanê bi penaber û terorê santaj dike. Em piştgiriya xwe bi QSD‘ê re ya ku bersiva êrişên Tirkiyê dide radighînin."

Cumana Miko bang li civaka navdewletî  di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsya kir ku zextê li rejîma Tirkiyê bike bial sûcên xwe yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û çeteyên xwe ji herêmên ku dagirkirina vekşîne.

Mîtîng bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana QSD‘ê" bi dawî bû.

ANHA