Şehîda MLKP‘ê Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn

Şervana MLKP‘ê Sarya Ozgur a ku sala 2014‘an di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bibû bi merasîmekê li Kobanê hate bibîranîn.

Şehîda MLKP‘ê Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Şehîda MLKP‘ê Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Şehîda MLKP‘ê Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Şehîda MLKP‘ê Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
Şehîda MLKP‘ê Sarya Ozgur li Kobanê hate bibîranîn
12 kanûn, 2019   15:50
KOBANÊ

Ji bo şervana Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Sîbel Bulut (Sarya Ozgur) a ku sala 2014‘an di berxwedana Kobanê de şehîd bibû, merasîmê bîranînê li qada Jina Azad a Kobanê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantonê, di nav de endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de wêneyên şehîd Sarya, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û MLKP‘ê hatin hildan.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Piştre rêveberê MLKP‘ê Erdal Cîbo der barê berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de axivî û diyar kir ku şervanên MLKP, YPG û YPJ‘ê di berxwedana Kobanê de efsanên qehremaniyê raber kirin, şehîdên mîna Arîn Mîrkan û bi dehan şehîdên din bûne sembolên vê berxwedanê.

Cîbo anî ziman ku Kobanê bi saya kedan şehîdan ewle bûye.

Rêveberê MLKP‘ê Erdal Cîbo got, ew ê bi berxwedanê dagirkeriyê têk bibin û ewlehî û aştiyê li herêmê vegerînin.

Di merasîmê de cîgirê Desteya Edaletê ya Herêma Firatê Bekir Cerada, endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rohat Mele Xelîl û hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen axivîn. Di axaftinan de berxwedana şervanan li Rojava ya li dijî êrişan hate silavkirin û doza şopandina rêya wan hate dûbare kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

ANHA