Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû

Pêşangeha şêwekariyê ya bi navnîşana "Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" ya ji aliyê Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li taxa Şêxmeqûd hativû vekirin, bi dawî bû.

Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
Pêşangeha"Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" bi dawî bû
12 kanûn, 2019   15:15
HELEB

Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê ji bo balê bikşîne ser tundiya li dijî jinan û têkoşîna li tundiyê, duh pêşangeheke şêwekariyê bi navnîşana "Vîna me ji tundiyê bi hêztir e" li hola civînan a MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûdê vekiribû.

Di roja duyemîn de endamên saziyên sivîl, komîn û bi dehan şêniyên bajarê Helebê serdana pêşangehê kirin.

Di pêşengehê de wêneyên ku balê dikşîne ser tundiya li dijî jinan û wêneyên şehîdan mîna Hevrîn, Barîn û Avesta hatin pêşendan.

Her wiha belgefîlmek girêdayî dîroka têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe hate pêşandan.. Di belgefilmê de dîmenên binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinên Bakur û Rojhilartê Sûiyê ji kuştin, koçberkirin û talankirinê hatin nîşandan.

Di dawiya pêşengehê de endama rêveber a Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalîda Ebdo axivî û destnîşan kir ku ew şopdarên rêya şehîd Hevrîn Xelef û tevahiya şehîd azadiyê ne.

(şx)

ANHA