Alîkarî ji koçberên Kampa Newroz re hatin pêşkêşkirin

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Şehîd Faxir Mêrkê Sorî ya Başûrê Kurdistanê, alîkariyên mirovî ji koçberên Kampa Newroz re pêşkêş kirin.

Alîkarî ji koçberên Kampa Newroz re hatin pêşkêşkirin
12 kanûn, 2019   09:53
QAMIŞLO

Di 9`ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de, bi hezaran sivîl ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn û berê xwe da herêmên ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rêveberiya Xweser ji bo koçberan kamp vekirin û alîkarî pêşkêşî wan kir.

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Şehîd Faxir Mêrke Sorî ya Başûrê Kurdistanê ya xwendin û perwerdeyê, îro alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên Kampa Newroz a herêma Dêrikê kirin.

Alîkarî ji madeyên xwarinê, pêdiviyên jiyanî yên pêwîst û alavên germkirinê pêk tên.

(cx)

ANHA