Li Cezaîrê hilbijartinên serokatiyê dest pê kir

Li Cezairê îro gera yekemîn ji hilbijartinên serokatiyê ku 5 bernamzet tê de ketine pêşbirkê, dest pê kir û bangên ji bo nebeşdarbûnê hene.

Li Cezaîrê hilbijartinên serokatiyê dest pê kir
12 kanûn, 2019   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Cezaîrê vê sibê, sindoqên hilbijartinan li pêşiya gel hatin vekirin û gera yekemîn a hilbijartinên serokatiyê dest pê kir. Di hilbijartinan de 5 bernamzet ketine pêşbirkê.

Her pênc namzet bi erêkirina Meclisa Destûrê ketine pêşbirka serokatiyê.

Bernamzet ev in; serokê Eniya Pêşerojê Ebdelezîz Belîd, bernamzetê Partiya Telaî El-Huriyet Elî Bin Filîs, bernamzetê serbixwe Ebdelmecîd Tebûn, serokê Tevgera Avakirina Nîştimanî Ebdelqadir Bin Qerîne, serkreterê giştî yê dozgeriya Kombûna Nîştimanî ya Demokratîk Ez El-Dîn Mehyûbî.

Desteya hilbijartinan li Cezaîrê diyar ku dê zêdetirî 24 kes dengê xwe bi kar bînin, ji wan zêdetirî 914 hezar kes ku li navendên dîplomatîk û konsolxaneyên li derveyî welêt navên xwe qeyd kirine.

Li aliyekî din, hejmareke çalakvanên tevgera gelêrî banga nebeşdarbûna hilbijartinan kir. Li paytextê jî ji bo navên hatine hilbijartin, xwepêşandanan dest pê kir.

Eger ev hilbijartin bi ser bikevin, dê serokê nû desthilatê ji serokê demkî Ebdilqadir Bîn Salih bigire ku li şûna Boteflîqa ku ji ber xwepêşandanên gel îstîfa kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îsal ev cara sêyemîn e ku dema hilbijartinan tê diyarkirin, piştî ku du caran berê hatibû betalkirin.

 (cx)