Dagirkerî hemû Kurdan dike hedef, lewra yekîtiya Kurdan pêwîst e

Endamên rêveber ên saziyên sivîl ên bajarê Helebê banga yekîtiya Kurdan kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirke hemû gelê Kurd dike hedef.”

Dagirkerî hemû Kurdan dike hedef, lewra yekîtiya Kurdan pêwîst e
12 kanûn, 2019   07:51
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENEN MIHEMED

Partî û tevgerên siyasî yên kurdî hewl didin kongreya neteweyî ya kurdî bi tevlibûna tevahiya partiyên kurdî lidar bixin. Girîngiya yekitiya neteweyî bi zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker re li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Têkildarî mijarê endamên rêveber ên saziyên sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye nêrînên xwe parve kirin.

Endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Helebê Suad Hesen got: “Di vê pêvajoya hesas de pêwîst e gelê Kurd yekrêziya xwe ava bike. Bi  taybet di navbera partî û tevgerên siyasî yên kurdî de yekîtî hebe. Ji ber ku gel bi hev re ne.”

Suad wiha domand: "Em di pêvajoya qirkirinê ya bizanabûn re derbas dibin bi taybet li gel ku dijmin tevahiya kurdan dûrî endamtiya wan a siyasî dike hedef weke komkujiya Til Rifetê."

Suad destnîşan kir ku bi rêya Berxwedana Rûmetê refên xwe kir yek. Mînaka wê jî tevlibûna ciwanan ji başûrê Kurdistanê di Berxwedana Rûmetê de û hemleya boykutkirina kelûpelên Tirkiyê li başûrê Kurdistanê.

Di dawiyê de Suad bal kişand ser ku bersîva herî guncew li hember zehmetiyên vê pêvajoyê ew e ku partî û rêxistinên siyasî yên kurdî hevgirtina xwe ava bikin û bibin dengek, dilek û vînek.

Hevserokê Meclisa taxa Eşrefiye Ehmed Cafer got: “Yekitiya neteweyî xewna pêşiyan bû; vîna gelê Kurd bibe yek û nûnerên wî li cem civaka navneteweyî hebin.”

Cafer wiha domand: "Divê nêrîna kurdî bibe yek, nakokiyên siyasî werin derbaskirin û ji berjewendiyên partiytî bên dûrxistin. Ji wê zêdetir li gorî berjewendiya gel were tevgerkirin."

Cafer di dawiya gotinên xwe de bang li partiyên siyasî kir ku yekitiya xwe ava bikin ji ber ku armanc û daxwaza gel yek in.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-9fjmTSfZ34" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>