Bîlançoya xwepêşandanên li Iraqê: 424 mirî, 8 hezar û 758 birîndar

Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di çalakiyên li Iraqê de yên ji 1'ê Cotmehê ve, 424 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 hezar û 758 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya xwepêşandanên li Iraqê: 424 mirî, 8 hezar û 758 birîndar
12 kanûn, 2019   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîsyona Alîkariya Iraqê ya (UNAMI) ya Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), rapora xwe ya di navbera 5'ê Mijdarê û 8'ê Kanûnê de aşkera kir. Komîseriyê ji bo raporê agahî ji 183 kesan wergirtin û diyar kir ku heta niha di çalakî û xwepêşandanên li Iraqê de 170 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 264 kes jî birîndar bûne.

Her wiha komîseriyê destnîşan kir ku di çalakiyên protestoyê de yên ji 1'ê Cotmehê ve li Iraqê dest pê kir, 424 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 hezar û 758 kes jî birîndar bûne.

(rn)