Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne

Şêniyên Dêrazorê  di çalaiya konvendê ya li Eyn Îsayê piştgiriya xwe ya bi QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn ziman û gotin ew dagirkeriya Tirk bi tu awayan qebûl nakin.

Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
Şêniyên Dêrazorê:  Em bi hêza xwe ya siyasî û leşkerî re ne
8 kanûn, 2019   15:16
EYN ÎSA

Çalakiya kon a li navçeya Eyn Îsayê di roja xwe ya 5'an de didome. Li gel şêniyên navçeyê Eyn Îsayê û kokçberên Girê Spî şêniyên Dêrazorê beşdarî çalakiyê bûn.

Şêniyên Dêrazorê bi hildana pankertên bi nivîsên "Em peymanên ku pêşeroja me dixe xeteriyê red dikin", " Erdogan kujer e", "Erê ji yekitiya gel û axa Sûriyê re" û alên QSD`ê û wêneyên şehîdan herikîn bin kon.

Di çalakiyê de bi navê Meclisa Sivîl a Dêrazorê endamê Meclisa Zagonsaz Xelef El-Esed, bi navê Rewşenbîrên Dêrazorê Mihemed El-Receb, bi navê Meclisa Gel a bajarokê Bisêra hevserokê meclisê Şakir El-Salih, bi navê Rêveberiya Jin li Dêrazorê Mereh El-Ehmed û bi navê Ciwanên Şoreşger li Dêrazorê endamê tevgerê Xelîl El-Îfan axivîn.

Di axaftinan de sûcên ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li bakurê Sûriyê kirine, şehîdxistina Sekertêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriye Hevrîn Xelef, komkujiya Til Rifetê û bêdengiya navdewletî ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk, hatin şermezar kirin.

Kesên axivîne piştgiriya xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn ziman û destnîşan kirin ku ew bi saya şervanên QSD'ê e di nava aramî û ewlehiyê de bûn, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş anî ser herêmê û ewlehiya herêmê têk bir.

Yek ji şêniyên Dêrazorê ku beşdarî konê çalakiyê bûye Îmad El-Hemed, wiha ji ajansa me re axivî: "Em beşdarî konê çalakiyê bûne da ku piştgiriya xwe bi koçberên ji herêmên dagirkirî û şervanên QSD`ê re nîşan bidin. Em dagirkeran û kiryarên wan ên li dijî gelên Sûriyê red bikin."

Nasir El-Debûl ji eşîreya El-Begara ye îşaret bi hevgirtina neştîmanî ya gel û pêkhateyên Sûriyê kir û diyar kir ku tevlêbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çalakiyan re li kêleka koçberan û hêzên Berxwedan Rûmetê ku li dijî dagirkeran şerên giran dimeşînin, îspata vê yekê ye.

ANHA