Şehîdê Berxwedana Rûmetê Îsmaîl li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Îsmaîl Hisên (Îsmaîl) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye li goristana Şehîdan a bajarokê Hikûmiyê hate veşartin. Di merasîmê de nasnameya endama Heyva Sor a Kurd şehîd Medya Îbrahîm hate ragihandin.

Şehîdê Berxwedana Rûmetê Îsmaîl li Reqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Îsmaîl li Reqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Îsmaîl li Reqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Îsmaîl li Reqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Îsmaîl li Reqayê hate veşartin
8 kanûn, 2019   15:40
REQA

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Îsmaîl Hisên (Îsamîl) ê di Berxwedana Rûmetê de li gundewarê Eyn Îsayê şehîd bibû, li goristana Şehîdan a bajarokê Hikûmiyê hate veşartin.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve destpê kir.

Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Îman Mihemed û Rêveberiya Jin a Reqayê endama rêveber Fatme Îbrahîm axivîn.

Axaftvanan êrişên Tirkiyê yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan şermezar kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Mihemed nasnameya şehîd xwend xwend û radestî malbatê kir. Her wiha nasnameya endama Hevya Sor a Kur Medaya Îbrahîm ragihand a dema  birîndar li herêmên gundewarê Girê Spî derman dikir şehîd bûye.

Piştre hevalên şehîd cenazeyê şehîd Îsmaîl di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

 (şx)

ANHA