HPC`ê li Girkê Legê meşek li dar xist

Hêzên Parastina Civakî bi meşekê komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifetê li dijî zarokên Efrînê pêk anî, şermezar kir.

HPC`ê li Girkê Legê meşek li dar xist
HPC`ê li Girkê Legê meşek li dar xist
HPC`ê li Girkê Legê meşek li dar xist
HPC`ê li Girkê Legê meşek li dar xist
HPC`ê li Girkê Legê meşek li dar xist
HPC`ê li Girkê Legê meşek li dar xist
8 kanûn, 2019   12:12
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê li navçeya Girkê Legê meşek li dar xist. Bi hezaran endamên HPC`ê û şêniyên bajarok tev li meşê bûn. Di meşê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di meşê de pankartên "Na ji dagirkeriya faşîst û destwerdana ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re”, “Azadiya rêber Ocalan azadiya tevahî gelan e”, “Faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê dê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise” û “Bi rihê fedayî dê neteweya demokratîk pêk were" hatin hildan.

Her wiha wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê, wêneyên rêber Ocalan û alên HPC`ê hatin hildan.

Meşê ji Çerxerêya Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê, şermezarkirina tecrîdkirina rêber Ocalan û şermezarkirina komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Nexweşxaneya El-Selam veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên HPC`ê yên kantona Qamişlo Hediya Abdullah û Xelef Hisên axivîn.

Di axaftinan de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya navdewletî ya li dijî rêber Ocalan in.

Her wiha komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne û li Til Rifetê hatibûn bicihkirin û bêdengiya navdewletî hat şermezarkirin.

Di dawiyê de berxwedana şervanên QSD`ê li hember dagirkeriya Tirkiyê hat silavkirin.

(bx)

ANHA