Ji partiyên kurdî yên Bakur û HDP’ê deklarasyona yekitiya neteweyî

HDP û gelek partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê duh li Amedê li hev civiyabûn û li ser yekitiya neteweyî nîqaş meşandin. Beşdarên civînê îro deklarasyonek weşand û bang li gelê Kurd kir ku li dijî zext û zilmê hêzên xwe bikin yek.

Ji partiyên kurdî yên Bakur û HDP’ê deklarasyona yekitiya neteweyî
6 kanûn, 2019   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) duh bi rojeva 'yekitiya neteweyî'  li Amedê li hev kom bûbûn. Îro deklarasyona civînê hate parvekirin.

Cîvîn li otêla li Yenîşehîrê ya Amedê li dar ket û hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê Tayyîp Temel û Nusrettîn Maçin û nûnerên partiyên din tev lê bûn.

Deklarasyon bi kurdî ji hêla endamê Partiya Mirov û Azadiyan Mehmet Kamaç ve hate xwendin.

DEKLARASYON

Deklarasyona partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê wiha ye:

''Em bang li gelê Kurd dikin ku li dijî zextê û zilmê hêzên xwe bikin yek.

Desthilata AKP-MHP'ê yasayên berdest û normên navnetewî binpê dike, Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên ku bi dengên gelê me hatine hilbijartin nas nake û li şûna wan qeyûman tîne. Bi vî rengî derbê li demokrasiya xwe cih û diyarkirina vîna siyasî ya gelê me ya bi rêya hilbijartinê dixe. Rasterast vîna gelê me nayê naskirin. Li ser qedroyên siyasî yên Kurd operasyonên kêfî destgîrkirinê, girtinê, berê sibehê girtina bi ser malan de û girtin bênavber didome. Mafê yasayî, meşrû yê siyasetê yê gelê me û nûnerên hilbjiartî yên gelê me ji hêla desthilatê ve bi fiîlî ji holê tê rakirin.

Rûdanên li vir û li derveyî sînor têne jiyîn, li nav gelê me û qedroyên siyasetê, li gel çêbûna hêrsê, di serî de li ser hevalbendiya netewî, li ser zemîna meşrû û yasayî, ji bo ku bi rengekî karîger em bikarin bisekinin, lêgerînên nû ferz dike.

Geşedanên li parçeyên Kurdistanê, gelê Kurdistanê kiriye navenda dêhn û bala gelên cîhanê û raya giştî ya cîhanê. Di berjewendiya gelê me raya giştî ya navnetewî ya xurt çêbûye. Heke em hêzên xwe biki yek, qebûlkirin û desteka navnetewî ya li ser têkoşîna me ya demokratîk, aştîxwaz û siyasî wê zêdetir bibe. Ji bo ku em heq ji şertên giran ên berdest derkevin, daxwaza gelê me ew e ku em hevkariyê bikni, li dijî zext, zilm û hilweşîna aborî bi hev re rawestin.

Bi vê armancê 5'ê Kanûna 2019'an partiyên siyasî û tevgerên me yên ku li jêrê îmzeya xwe danîne, bi rojeva hevalbendiya netewî li hev kom bûne.''

BIRYAR

Di deklarasyonê de li ser planên ku di kombûnê de biryar li ser wan hatine dayîn:

1. Avakirina hevalbendiya neteweyî li Bakurê Kurdistanê.

2. Ji bo avakirina hevalbendiyeke mayînde, em ê çalakiyên xwe bi navê “Xebata Hevalbendiya Kurdistanî” bidomînin.

3. Di 18-19'ê Mijdarê de, ji bo diyarkirina bingeh, çarçove, pêkhate û rê û rêbaza avakirina hevalbendiya neteweyî, wê komxebateke du rojan bê lidarxistin.

4. Amadekariya komxebatê wê ji aliyê komîsyonekê ve were organîzekirin, ku komîsyon wê ji 5 kesan pêk were.

5. Deriyê me ji wan hemû partî û tevgerên Kurdistanî re vekirî ye, ku di destpêka van xebatan de di avakirina hevalbendiya neteweyî de cih negirtine,  ew jî dikarin di nav Xebata Hevalbendiya Kurdistanî de cih bigirin.

Em Xebata Hevalbendiya Kurdistanî guh didin bang û daxwaza gelê xwe û ji bo parastina destkeftiyên xwe, em jî bangî hemû rewşenbîr, rûspî û rêxistinên civaka sivîl dikin da ku werin tevlî vê xîret û hewldana me bibin û bi fikr û ramanên xwe, bi rexne û pêşniyazên xwe hêz û piştgiriyê bidin vê meşa me ya dîrokî. Em vê meşê bi hev re bigihînin qonaxa serfiraziyê û tifaqeke neteweyî ya mayînde bi hev re ava bikin.

Yên ku ev encamname îmze kirine;

 

Hereketa Azadî
Partiya Azadî
Partiya Demokratîk a Herêman
Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat - DDKD
Kongreya Civaka Demokratîk - KCD
Partiya Demokratîk a Gelan - HDP
Partiya Însan û Azadiyê - PÎA 
Partiya Komûnîst a Kurdistanê - KKP
Platforma Demokratên Kurd – PDK-Bakur  
Partî Demokrata Kurdistana Tirkîye -PDK-T.''