Têkiliya Tirkiyê bi Washingtonê re aloztir dibe

Rayedarekî Rûsyayê îro diyar kir ku Moskov û Enqere ji bo îmzekirina peymana radestkirina beşeke nû ya sîstema parastina hewayî ya moşekên S-400 dixebitin. Ev yek dibe ku têkiliyên Washington û Enqereyê aloztir bike.

Têkiliya Tirkiyê bi Washingtonê re aloztir dibe
6 kanûn, 2019   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Enterfax a Rûsyayê ji rayedarekî payebilind ê Ajansa Hevkariya Leşkerî ya Rûsyayê  ragihand ku Rûsya û Tirkiye di îmzekirina peymana radestkirina komeke nû ji sîstema moşekên S-400 a Rûsyayê de dixebitin.

Washingtonê hişyarî da Enqereyê ku dê rastî cezayan bê, ji ber kirîna sîstema moşekan a Rûsyayê.

Dibe ku Washington li gorî qanûna pêşîlêgirtina dijberên Amerîkayê bi rêya cezayên (CAATSA), cezayan ferz bike.

Hefteya çûyî senetorê Amerîkî Van Houlin bi twettekê de daxwaz ji welatê xwe kir da ku cezayan li ser Tirkiyê ferz bike, piştî ku Tirkiyê dest bi kirîna sîstema Rûsî kir, her wiha ji ber berdewamiya pêkanîna sûcan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(jo)