Şêniyên Hesekê bang kirin ku çeteyên dagirkeriyê bikevin lîsteya terorê

Şêniyên Hesekê bang li civaka navdewletî û mafên mirovan kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker bixin lîsteya terorê. Şêniyan teqez kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li hember êrişkerê hov heya serkeftinê li berxwe bide.

Şêniyên Hesekê bang kirin ku çeteyên dagirkeriyê bikevin lîsteya terorê
6 kanûn, 2019   10:23
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji asta komkujiyên li dijî şêniyên Bakur û rojhilatê Sûriyê  zêde kirin. Piştî ku şêniyên Efrînê di encama dagirkirina Tirkiyê de bajarê wan koçber bûn, dagirkerî hedefgirtina şêniyên Efrînê di kampên koçberiyê de li Şehbayê didomîne. Herî dawî komkujiya Til Rifetê li ser zarokan. A ku di encamê de deh sivîl di nav de 8 zarok şehîd bûn.

Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Hesekî got: "Em êrişa Tirkiyê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya wê li Til Rifetê li dijî zarokan şermezar dikin. Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bêdengiya navdewletî ya ku kirinên dagirkeriya Tirk paşguh dike şermezar dikin."

Efaf Hesekî wiha domand: "Em bang li tevahiya dewletên cîhanê, rêxistinên mirovî û mafên mirovan ku çeteyên ku Tirkiyê desteka wan dike bikin nav lîsteya terorê."

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Şêrîn Şêxî got: "Em nizanin Erdogan çi ji me dixwaze? Artêşa Tirk a dagirke tevî çeteyên xwe Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê zarokên me dikujin, axa me dagir dikin û milkên me talan dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb û Suryan em vê êrişa hov şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî dikin ku Erdogan û çeteyên wî bixin lîsteya terorê."

Her wiha jina bi navê Miyeser Hemo diyar kir ku divê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji ber binpêkirinên li herêmên ku dagir kirine bikevin lîsteya terorê. Miyeser wiha domand: "Erdogan serokê terorê ye. Ew bi xwe terorê li Enqere bi rêxistin dike û wan dişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo ku bi navê dewleta islamê dagir bike. Em gelek berxwedêr in û em ê li hember vê dagirkeriyê heya serkeftinê li berxwe bidin."

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wCkijK5KPMU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>