Li Vîyanayê di navbera rayedarên Ewropa û Îranê de civîn

Hêzên Ewropî îro li Viyanayê bi rayedarên Îranê re civînekê têkildarî dosyaya nukleerî ya sala 2015`an li dar dixin.

Li Vîyanayê di navbera rayedarên Ewropa û Îranê de civîn
6 kanûn, 2019   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev civîn di demekê de ku nakokî di navbera Îran û rojava de zêde bûn û piştî Îranê binpêkirinên lihevkirinê kêm kirin da ku bersiva Washingtonê ji bo vekişandina wê di sala derbasbûyî de, bide û her wiha da ku cezayan li ser ferz bike, hat lidarxistin.

Tê payîn ku hêzên Ewropayê ji Îranê bixwazin ku bes lihevkirinan binpê bike, heger nebe dê ji aliyê NY`yê ve rastî cezayên nû were.

(bx)