Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin

Şêniyên bajarê Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, xwest.

Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
Li Minbicê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
5 kanûn, 2019   13:00
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed Silêman (Elîşêr Zagros), Duaa Yûsif (Ronas Heleb) û Cahide Libabîdî (Nûda Minbic) re xwest.

Di merasîmê de endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê amade bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Dahir wiha got: "Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin."

Bi navê Rêveberirya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê hevserokê meclisa rêveber Mihemed Xêr Şêxo wiha got: "Şehîdan rêya me ronî kir, em çi qas li ser wan bêjin jî kêm e."

Paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Ibrahîm axivî û teqez kir ku hêzên wan pişta xwe didin şêniyên herêmê û wiha got: "Ji bo azadiyê û rizgarkirina çeteyên DAIŞ`ê û cîhanê me şehîd dan."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Farûq El-Maşî soza şopandina rêya şehîdan da.

ANHA