Partiyên kurdî yên Bakur ji bo yekitiyê civiyan

HDP û partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê bi rojeva yekitiya neteweyî li Amedê civiyan. Tê payîn ku di kombûnê de hin biryarên girîng werin dayîn.

Partiyên kurdî yên Bakur ji bo yekitiyê civiyan
5 kanûn, 2019   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên kurdî bi rojeva yekitiya neteweyî li Amedê li hev kom bûn.  Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva 'yekitiya neteweyî' li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk ya Amedê hatin gel hev. Li gel ku banga tevlêbûna kombûnê li wan hate kirin jî nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) tev li kombûnê nebûn.

Tê payîn ku di kombûnê de ya ku ji çapemeniyê re girtî ye, dîrok û naveroka komxebata ku bi beşdariya partiyên ku li herêmê û Tirkiyeyê siyaset dikin bê lidarxistin û nexşerêyek bê avakirin, bê diyarkirin. Her wiha di kombûnê de tê armancakirin ku naveroka hevdîtinên heyetên ku bên avakirin û li Ewropa, Herêma Federa ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinan bikin, bê nirxandin. Hat diyarkirin ku di kombûnê de li şûna pêşaniyên alî, partî û rêxistinan wê pêşaniyên gelê Kurd esas bêne girtin.