Qibrisê Tirkiye li Dadgeha Edaletê Navneteweyî li Lahayê li Tirkiyê gilî kir

Serokê Qibrisê Nikos Anastasiades ragihand ku ji ber destdirêjiya Tirkiyê li ser çavkaniyên Qibrisê yên deryayî, welatê wî li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya li Laheyê Tirkiye gilî kiriye.

Qibrisê Tirkiye li Dadgeha Edaletê Navneteweyî li Lahayê li Tirkiyê gilî kir
5 kanûn, 2019   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê li ser zimanê serok Nikos Anastasiades ragihand ku ji bo parastina made û çavkaniyên deryayî ku Tirkiye destirêjiyê lê dike, welatê wî xwe spartiye Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê.

Anastasiades wiha got: "Qibris bi hemû şêweyên qanûnî yên mimkun, parastina mafên xwe yên rêveberiyê dike, bi taybet ji bo vê me giliyê xwe gihand Laheyê."

Serokê Qibrisê wiha lê zêde kir: "Qibrisê hewl da ku muzakereyekê ji sefaretxaneya Tirkiyê ya li Atînayê re bişîne, lê nehat qebûlkirin. Ji ber vê me ji bo cihekî din şand."

ANHA