Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, merasîma sersaxiyê ji bo malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê li dar xist.

Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê
Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê
Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê
Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê
Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê
Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê
Li Şehbayê merasîma sersaxiya malbatên şehîdên komkujiyê
5 kanûn, 2019   12:18
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê tevî endamên saziyan berê xwe da navçeya Til Rifetê ji bo sersaxiyê bidin malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê şêniyên navçeyên Ehdas, Babinês, Fafîn û Kampa Berxwedan Ranya Hesen, endama rêveberiya Kongreya Star li Kampa Berxwedan Leyle Îbiş axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di axaftinan de hat tekezkirin ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi hedef girtina zarokan û pêkanîna kokujiyan,  nikarin vîn û îradeya gelan bişkînin.

Her wiha hat diyarkirin ku divê baweriya gel hebe ku xwîna şehîdan vala neçe. Axaftvanan tekezî li ser girîngiya berdewamkirina berxwedanê li dijî dijminan kir û destnîşan kirin ku bi ruhê Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê, fedakariyên şehîdan û berxwedana şervanan, dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.

Şêniyan dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê berz kirin. Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2`yê Kanûnê de şêniyên Efrînê ku bi darê zorê ji malên xwe koçber bûne, topbaran kirin û li dijî wan komkujî pê anî. Di komkujiyê de 10 sivîl şehîd bûn û 12 sivîl jî birîndar bûn ku piraniya wan zarok in.

Şehîdên komkujiyê ev in: Her du welatiyên bi navên Hisên Abdullah (74), Elî Mehmûd Osman (54) û zarokên bi navên Hemûdê Mihemed Elî (11), Mistafa Mihemed Mecîd (10), Mihemed Omer Hemê (7), Arif Mihemed (6), Îmad Ehmed Kêfo (9), Ebd EL-Fetah Elîko (3), Semîre Ebderhman Hiso (12) û Mihemed Ebderihman Hiso (15).

ANHA