Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyên çandî li kampa Serdemê li dar xistin

Bi dirûşma"Vejandina rojên berê", Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiya ku kelepor û kevneşopiyên jinên Efrînê pêşkêş bike, li dar xist.

Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyên çandî li kampa Serdemê li dar xistin
Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyên çandî li kampa Serdemê li dar xistin
Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyên çandî li kampa Serdemê li dar xistin
30 mijdar, 2019   12:55
ŞEHBA

Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê çalakiyeke jinan bi dirûşma "Vejandina rojên berê" keleporî û kevneşopiyên mîrasa jinên Efrînê ji amadekirina xwarin, rûniştinên stranan û şanoyan, li dar xist.

Di çalakiyê de, amdekirina xwarinên mîras ên kevn û navdar li herêmê bi beşdariya bi dehan endamên tîma hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn bi piştevaniya lojistî ji Rêveberiya Xweser a kantonê, pêk hat.

Çalakî di hewayeke stranên floklorê ji hêla beşdaran ve û li rexê pêşandanên şano, li dar ket.

Ev çalakî li gor bernameya mehane ku rojekê ji her mehê çêdibe, weke cureye berxwedan û têkoşînê li hember êrişên dewleta Tirk ên bi hewldana qirkirina gelê herêmê, çewisandina nasnameya wan û dagirkirina xakê, li dar dikeve.

(fr)

ANHA