Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li Eyn Îsayê meşek li dar xist

Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li navçeya Eyn Îsayê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist û daxwaza derxistina dagirker û çeteyên wê ji herêmên ku li Sûriyê dagir kirine, kir.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li Eyn Îsayê meşek li dar xist
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li Eyn Îsayê meşek li dar xist
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li Eyn Îsayê meşek li dar xist
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li Eyn Îsayê meşek li dar xist
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li Eyn Îsayê meşek li dar xist
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li Eyn Îsayê meşek li dar xist
30 mijdar, 2019   13:36
EYN ÎSA

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel Çarxeriya Beca ya li naverasta navçeya Eyn Îsayê ya Herêma Firatê kom bûne da ku dewleta Tirk a dagirker red bikin û binpêkirina li herêmên dagirkirî pêk tînin şermezar bikin.

Bi hezaran ji şêniyên bajar û herêmên Reqa, Dêrazor, Kobanê, Minbicê, Tebqayê û koçberên herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir krine beşdarî meşê bûn û pankartên bi nivîsên"Em bang li civaka navdewletî dikin ku vegerin herêmên xwe", "na ji dewleta Tirk a dagirker re", "bijî Berxwedana Rûmetê" û "bijî QSD’ê" û alên QSD’ê û wêneyên şehîdan, hildan.

Di meşê de axaftinên der heqê banga li civaka navdewletî û YE’yê hat kirine ku helwesteke  cidî li ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên bi mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bigirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê Abid Hamid El-Mihbaş axivî û îşaret pê kir ku QSD’ê di şerê li dijî terora ku dewleta Tirk bi rêya sînora xwe derbasî Sûriyê de qurbanî da.

El-Mihbaş wiha domand: "Piştî binketina planên DAIŞ’ê, Erdogan artêşa xwe û çeteyên girêdayî xwe derbasî Sûriyê bi hinceta avakirina herêma ewle kir. Da ku demografiya herêmê biguhere, şerê şêniyên herêmê bike, tevlihevî û ne aramiyê pêk bîne."

Abid Hamid El-Mihbaş bang li rejîma Sûriyê kir ku bi pratîkê dest bi diyaloga sûrî-sûrî bike û tewanbariya nîşan nede û îtîrafê bi guhartina demogafriyê neke yan jî bi vegera rewşa beriya 2011’an nefikire.

Di  dawiyê de El-Mihbaş bang li Rûsya kir ku rola navbeynkar bilîze û ne yekalî be. Her wiha jî li gor soz û pewerên ku te ji şêniyên herêmê re dane, tev bigere.

Dûvre bi navê eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hamid El-Ferec destnîşan kir ku şêxên eşîran bi QSD’ê re ne da ku civakeke demokrat, piştevaniya avakirina welat ji tevan re bikin û parastina mûzaîka neteweyî bikin.

El-Ferec bang li rejîma Sûriyê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser xaka Sûriyê û binektina projeyên dewleta dagirker û çeteyên wê, tev bigere.

Ji aliyekî din jî hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivî û bang li civaka navdewletî û dewletên koalîsyonê kir ku helwesteke cidî  der barê guhartina demografî û binpêkirinên li bajarên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, pêk bînin.

Di dawiyê de Hêvîn bang li dewletên koalîsyon û xwediyên biryar li cîhanê kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê derxin, da ku vegera ewle ji şêniyên herêmên ku ji ber êrişên dijminatî koçber bûne, pêk bê.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê û banga hevgirtina neteweyî di nav pêkhateyên gelê Sûriyê û şermezarkirina dijmin û sûcên wê de, bi dawî bû.

(fr)

ANHA