HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 2 çeteyên dagirker hat kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên tolhildanê de, 2 çete hatin kuştin.

HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 2 çeteyên dagirker hat kuştin
30 mijdar, 2019   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyên xwe yên di çarçoveya tolhildanê de bê navber didomînin.

Di dîroka 29`ê Mijdarê de hêzên me li derdora gundê Eblê yê bi ser herêma Babê de li dijî çeteyên koma bi navê Cebhet El-Şamiyê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin, yek ji wan jî birîndar bûn.”