Encamên roja 52`an ji Berxwedana Rûmetê hat eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên roja 52`an a berxwedana Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Encamên roja 52`an ji Berxwedana Rûmetê hat eşkerekirin
30 mijdar, 2019   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve êriş û faaliyetên xwe yên keşfê  li seranserê herêma eniyê didomînin.

Ebû Rasên

Artêşa dagirker û komên çete li derdorê Ebû Rasên êrişên xwe yên bi çekên giran û piştevaniya balafirên bê mirov domandin. Çeteyan li gundên Til Mihemed û Til El-Werd êrîş birin ser herêmên sivîl û çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî.

Eyn Îsa

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundewarên Eyn Îsa û Qizelî bi awayekî dijwar topbaran kirin û gelek herêmên sîvîl hatin hedef girtin. Herwiha gundên Zenûba û Korikê bi awayekî bi tang û topan hatin topbarankirin û ziyana madî gihîşt milkên sivîlan.

Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran û balafirên bê mirov de 2 hevalên me şehîd bûn, 2 hevalên me birîndar bûn.”