Meclisa Wezaretê ya Iraqê civîneke awarete li dar xist

Meclisa Wezaretê ya Iraqê îro civîneke awarete ya nîqaşkirina li ser istîfaya Abdulmehdî li dar xist û li aliyekî din jî li parêzgeha Zîqar a başurê welêt di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket.

Meclisa Wezaretê ya Iraqê civîneke awarete li dar xist
30 mijdar, 2019   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Wezaretê ya Iraqê di civîna awarte ya îro li parlamentoyê li dar ketiye de, bang li dîtina çareseriyên guncaw kir.

Meclisê bang li endamên hikumetê kir ku xebatên xwe heta avakirina hikumeta nû, bidomînin.

Li parêzgeha Zîqar a başurê Iraqê pevçûn di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê li nêzî navenda fermandariya polîsan a parêzgehê derket û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li gor Someriyê News, li parêzgeha Kerkûkê jî 16 sivîl bi encama teqîna 3 mayînan birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve jî Meclisa Bilind a Dadgehê ya Iraqê piştrast kir ku li gor qanûnên cezayan ên li Iraqê, dê kesên êrişî xwepêşandêran kirine, bên lêpirsînkirin û ceza li ser wan were birîn.

(fr)