Li kampa herî xeter di cîhanê de koçberek 38 caran bi kêrê birîndar bû

Koçberekî Sûriyê li kampa herî xeter li cîhanê li ser destê jinên çeteyên DAIŞ`ê rastî hewldanê kuştinê hat.

Li kampa herî xeter di cîhanê de koçberek 38 caran bi kêrê birîndar bû
30 mijdar, 2019   11:28
 HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Rewşên kuştin û qetilkirinê li ser destê jinên çeteyên DAIŞ`ê derheqê koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê yên li kampa Holê dimînin, didome. Hêzên Ewlehiyê îro sibehê li kampa Holê, koçberekî ji Sûriyê bi navê Hesen Cemîl  ê 23 salî ku rastî hewldana kuştinê hatibû, dîtin.

Kampa Holê ya herî mezin li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha ji kampên herî xeter li cîhanê ye ku gefên li ser hemû mirovahiyê ye. Li kampê 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê û biyanî dimînin, ew kes piştî ku QSD`ê cihê dawî yê çeteyan li Baxozê rizgar kirin, hatin kampê.

Nûçegihanê ajansa me ji kampa Holê ragihand ku îro sibehê ciwanekî koçber Hesen Cemîl koçberê ji Sûriyê hate dîtin ku hatibû birîndarkirin, ew ciwan rakirin nexweşxaneya meydanî li kampê.

Beriya vê bûyerê, jinên DAIŞ`ê roja pêncşemê li kampê hewl dan penaberekî Iraqê bikujin, jinên DAIŞ`ê li hember her kesê li dijî fikrê DAIŞ`ê derdikeve, hewl didin bikujin.

Der barê bûyerê de, berpirsê ewlehiya kampê destnîşan kir ku ew ciwanê bi navê Hesen Cemîl 38 caran bi kêrê li hemû laşê xwe birîndar bûye û wiha domand: "Eşkerekirina aliyên ku li pişt van bûyeranin zehmet e, ji ber cilên ku jinên kampê li xwe dikin yek in, tevgera wan jî bi şev e û bi awayekî komî ye. Xebata şopandinê heta niha didome."

Der barê rewşa tenduristiyê ya Hesen Cemîl, nûçegihanê me nikaribû hemû agahiyan bigire, ji ber sedemên ku bijîşk bûyer û rewşa wê venabêjin, tenê ku Hesen niha tedawiyê li nexweşxaneya meydanî dibîne.

Beriya niha jî Hêzên Ewlehiyê yên berpirsên kampên malbatên çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re diyar kirin ku, wan 635 kes hemû ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî ne hewl dan ji kampa Holê birevin lê ew girtin, ew yek bi dagirkirina Tirkiyê ji herêmê re pêk hat.

Berpirsan dane xuya kirin ku hîna kampa Holê tevlihevî heye û dibe ku di her kêliyê de ji bin kontrolê derkeve.

(jo)

ANHA