Şandeyeke Rûsî bi artêşa Tirk re li Şergirakê dicive

Şandeyeke Rûsî li depoyên gundê Şergirak ê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi artêşa Tirk a dagirker re dicive.

Şandeyeke Rûsî bi artêşa Tirk re li Şergirakê dicive
29 mijdar, 2019   12:24
EYN ÎSA

Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku civîn bi hinceta şopandina rewşa depoyan tê lidarxistin.

Beriya çend rojan jî QSD`ê gumanên xwe der barê bêdengiya Rûsyayê ya têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê de diyar kiribû.

(bx)

ANHA