HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 4 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan ên duh ên li Efrîn, Mare û Şerayê de 2 leşkerên artêşa Tirk û 2 jî çete hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.

HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 4 leşker û çete hatin kuştin
29 mijdar, 2019   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku duh li Efrîn, Mare û Şerayê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 çalakî li dar xistine û di çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk û 2 jî çete hatine kuştin, her wiha çeteyek jî birîndar bûye. HRE’yê diyar kir ku artêşa Tirk gundên Şera û Şêrawa jî bi obus û hewanan topbaran kirine.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û Mareyê çalakiyên bibandor li dar xistin.

Di 28’ê Mijdarê de hêzên me li gundê Malikiyê yê bi ser navçeya Şera ve li dijî barageheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encamê de de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Di 28’ê Mijdarê de hêzên me li bajarê Efrînê taxa Eşrefiyê li dijî çeteyên koma bi navê Firqat El-Hemze çalakiyek esabotajê li dar xist. Di encamê de seyareyek leşkerî hat rûxandin, çeteyê bi navê Rabî Ebû Arif hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Di heman dîrokê de hêzên me li derdora bajarê Mareyê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sekvaniyê li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarixa yên bi ser navçeya Şera û gundên Aqîbê, Bênê yên bi ser navçeya Şêrawa ve bi obus û hewanan bi dijwarî topbaran kirin.”