DAIŞ`ê xistina 2 helîkopterên Fransyê li Maliyê girt ser xwe

Komeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê li Afrîkayê, qezaya 2 helîkopterên Fransayê li Maliyê ku di encamê de 13 leşkerên Fransayê jiyana xwe ji dest dabû, girt ser xwe.

DAIŞ`ê xistina 2 helîkopterên Fransyê li Maliyê girt ser xwe
29 mijdar, 2019   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya koma girêdayî çeteyên DAIŞ`ê piştî 3 rojan ji qezaya 2 helîkopterên ku didan pey şopa komeke radîkal li nêzî sînorê bi Nejîrê re û li bilindahiyeke nizm difiriyan, hat.

DAIŞ`ê bûyer girt ser xwe, di demekê de ku serokê Fransayê Emmanoul Macron got wê nirxandina çalakiyên leşkerî li rojava û naverasta Afrîkayê piştî windahiyên canî ku nêzîkî 40 salan e didome, ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Macron destnîşan kiribû ku piştî kuştina 13 leşkeran di erkeke leşkerî de, hemû vebijêrk vekirî ne.

Macron her wiha diyar kir ku wî ji hikumetê û fermandarên leşkerî xwestiye ku lêkolîneke berfireh têkildarî çalakiyên Fransayê yên li herêmê bikin û ew agahdar kirine ku hemû vebijêrk vekirî ne. Her wiha got welatî wî Fransa li qadê ji ber hemûyan ve, kar dike.