Koçberên ji Efrînê: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li gundên Şêrewayê bimînin

Artêşa Tirk û çeteyên wê hêj gundên navçeyên Şêrewa û Til Rifet topbaran dike, lê belê şêniyan diyar kir ku heta rizgarkirina Efrînê dê li ber xwe bidin.

Koçberên ji Efrînê: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li gundên Şêrewayê bimînin
28 mijdar, 2019   13:03
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Duh bi şev artêşa Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrewa û Til Rifet bi topavêjan kirin armanc, di encamê de ziyanên madî çêbûn û sivîl ji tirsa dagirkirinê ji malên xwe derketin.

Şêniyên gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrewa binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Welatiyê ji gundê Aqîbê Mihemed Hesen wiha axivî: “Binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê ji gundên kantona Efrînê re şermezar dikin, artêşa Tirk bi dehan topavêjan gundên me topbaran dike, tirs û xofê dixin nava zarokan û ziyanên madî çêdibin.”

Mihemed Hesen wiha pê de çû: “Ez li gund sebzeyan difiroşim, lê ji ber topbaranê ez neçar mam malbata xwe ji gund derxim û biçim devereke ewle.”

Mihemed Hesen bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafnas kir ku êrişên artêşa Tirk û kiryarên dermirovî yên ku li dijî sivîlan bi kar tîne, rawestîne û çeteyan ji xaka Sûriyê derxe.

Her wiha welatiya bi navê Îman Elî axivî û kiryarên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî xaka Sûriyê red kirin û got: “Artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên me topbaran dikin, da ku em ji malên xwe derkevin û dewleta Tirk hewl dide herêmên dagirkirî berfirehtir bike.”

Îman Elî bal kişand ser binpêkirinên ku artêşa Tirk pêk tîne, ji şewitandina daristanan bigire û heta bi lêkirina dîwarê parçekirinê ku armanc jê parçekirina Efrînê ji herêmên Sûriyê ye.

Îman Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şênî heta rizgarkirina kantona Efrînê ji Tirkiyê û çeteyên wê dê li navçeya Şêrewa û kantona Şehbayê bimînin.”

Welatiya bi navê Emîna Umer got li navçeya Şêrewa rewşa wan kambax e û artêşa Tirk gundên Şêrewayê topbaran dike da ku şêniyên Efrînê yên ku berê koçî herêmên Şehba û gundên Şêrewa bûne, bike armanc.

Ehmed Sîdo jî wiha axivî: “Artêşa Tirk wekî ku îdia dike dixwaze herêmê ewle ava bike, em jî dibêjin divê herêma ewle li ser xaka Tirkiyê were avakirin, ne ku xaka Sûriyê dagir bike.”

Ehmed Sîdo destnîşan ku artêşa Tirk gundên şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne, dike armanc û îdia dike ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze herêma ewle bide avakirin.

(eh)

ANHA