Wekî her car, rojeva Barzanî û Çavuşoglu Tevgera Azadî ya gelê Kurd e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina  Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu daxuyanî da û diyar kir ku girîngiyê didin peywendiyên li gel Tirkiyeyê û got ku ji bo wan Tirkiye girînge. Di axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu de jî bandoriya boykotê derket.

Wekî her car, rojeva Barzanî û Çavuşoglu Tevgera Azadî ya gelê Kurd e
28 mijdar, 2019   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çû Enqereyê û li gel li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu civiya. Piştî civînê Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mewlûd Çawuşoglu daxuyanî dan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji ber hebûna peywendiyên li gel Tirkiyeyê anî ziman û got;" Mixabin desthilata me li Şengalê nîn e, ew di bin kontrola desthilata hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye. Ji berê de, em li dijî hebûna PKK'ê ya li Şengalê û Herêmê ne. Em ligel wê nîn in PKK li Şengalê û navçeyên din hebe." Lê, ev du sal in PKK'ê bi fermî ragihand ku ji Şengalê vekêşane.

Dema ku dawleta Tirk êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, Barzanî ragihandibû ku dewleta Tirk demografiya Rojava diguhere, lê îro got; Gelekî kêfxweş im ku min bihîstiye Tirkiye dixwaze bi hevkariyê Neteweyên Yekbûyî  ji bo  koçberan vegerîne warên wan kar dike. Lê, veger bi zorê nabe." Lê, armaca Tirkiyeyê ew e ku koçberan li Girê Spî û  Serêkaniyê bi cih bikiye.

Li Başûrê Kurdistanê niha boykota malê Tirkî tê kirin û bandoriyek zêde li ser şîrketên Tirkiyeyê kiriye. Barzanî li ser peywendiyên aborî wiha axivî;" Peywendiyên ligel Tirkiyê gelekî girîng in û di warê dîrokî da stratejîk in . Me qala girîngiya peywendiyan û xurtkirna bazirgnaiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir. Em ê berdewam dibin ji bo alîkariya dijî her cûre terorekê. Divê ji nêzîk va alîkariya hevdu bikin û çareseriyê bibînin. Herêma Kurdistanê rijde li ser guftugoyan ligel Bexdayê, ji bo gehîştina lihevkirinekê.”

Hêjayî gotinê ku Mesrûr Barzanî bi zimanê Kurdî neaxivî, bi Ingilizî daxuyanî da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu ku niha Tirkiye êrişên xwe yên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û komkujiyan dike, careke din êrişî Tevgera Azadiya gelê Kurd kir û gelê Kurd kir.

Di axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglu de jî bandoriya boykotê derket û got;"Di civînê de me qala hevahengî û pirsên aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Iraqê de kir. Astengên li xalên gumrikên hene me guftûgo kir."