Macron: Tirkiye nikare ji NATO’yê destekê bixwaze

Macron bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got “Tirkiye nikare hem ji hêlekê ve li Sûriyê operasyonan li dar bixe, hem jî ji NATO’yê destekê bixwaze.”

Macron: Tirkiye nikare ji NATO’yê destekê bixwaze
28 mijdar, 2019   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

 Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elysee bi sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg re rûnişt. Piştî hevdîtinê daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar pêk hat û Macron tê de diyar kir ku gotina wî ya bere ya “Mirina mêjiyê NATO’yê pêk hat” divê wek “banga hişyariyê ya sûdewar” were dîtin. 

Macron destnîşan kir ku divê NATO bi Rûsyayê re sazkariyeke ewlehiyê ya nû çêke û pêşniyaza Rûsyayê ya di maweyeke kurt de têkildarî moşekên menzîlnavîn, Parîs dê qebûl neke.

Her wiha Macron bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û wiha got: “Tirkiye nikare hem ji hêlekê ve li Sûriyê ji xwe re operasyonan li dar bixe hem jî ji NATO’yê destekê bixwaze.”

ANHA