Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê veşartin

Bi hezaran şêniyên Kobanê cenazeyên 4 şehîdên QSD‘ê  li Goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.

Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê veşartin
Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê veşartin
Kobanê cenazeyên 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê veşartin
26 mijdar, 2019   16:00
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi merasîmekê 4 şehîdên Hêzên Sûriye Demokratîk; Ehmed Muslim (Jiyan Kobanê), Muslim Umer (Şiyar Kobanê), Mehmûd Îbrahîm (Mehmûd Kobanê) û Ehmed Kerez ( Ehmed Sirîn) ên ku di Berxwedana Rûmetê de li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Sûriyê şehîd bûne oxir kirin.

Şêniyan wêneyên her çar şehîdan hildan û sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrişên Tirkiyê berz kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Hisên El-Şêx axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El-Şêx wiha domand: "Çareserî li Sûriyê ji bakurê wê destpê dike. Bi hezaran şehîdan canê xwe kirin qurban ji bo ku şêniyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan di nav azadî û aştiyê de bijîn. Goristana Şehîda Dîcle mînaka cewhera jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Goristanê şehîdên herêmê ji tevahiya pêkhateyên wê hemêz dike."

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

(şx)

ANHA