Şêniyên Hesekê şehîd Aras û Azad spartin axê

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê bi merasîmekê cenazeyên şehîd Aras û Azad li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin. Di merasîmê de nasnemyên 5 şehîdên din hatin eşkerekirin.

26 mijdar, 2019   16:23
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyên şevanên QSD‘ê Hêzên Sûriye Demokratîk Mihemed El-Elî (Aras Hesekê) û Cemal Elo (Azad Hesekê) ên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîda Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve destpê kir. Piştre bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Hisên, hêzên leşkerî fermendar Birûsk Hesekê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra li Serêkaniyê û herêmên din bi navê Îslamê sivîlan dikujin.

Axaftvanan balkişandin ku Tirkiyê ji salan ve sînorên xwe ji bo derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ji axa Sûriyê re vekiriye û niha jî bi rêya êrişa xwe li ser Bakurê Sûriyê heman sînaryo lê di bin navên cuda de dubare dike.

Axaftvanan teqez kirin ku ên ku DAIŞ`ê tune kiriye Hêzên Sûriye Demokratîk in û baweriya xwe bi vê hêzê anîn ziman ku dê çeteyên dewleta Tirk jî tune bike.

Di dawiyê de axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan dan.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta  şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di merasîmê de nasnameya 5 şehîdên din ên Hêzên Sûriye Demokratîk ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne hatin eşkere kirin. Navên şehîdan wiha ne: Rêzan Colo (Colo), Nazim El-Şercî (Baran Mabrûka), Elî Seîd ( Mezlûm Hesekê), Tamir El-Ubeyd (Seyf El-Taban) û Adil El-Mûsa ( Aras Mahir).

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de veşartin.

(şx)

ANHA